Serokwezîr Barzanî û Çavusoglu civiyan

28 mijdar 2019 18:55
Serokwezîr Barzanî û Çavusoglu civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di yekem serdana xwe ya fermî bo Tirkiyê de, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiya.

Piştî hevdîtina Barzanî û Çavuşoglu wê civîneke rojnamevanî were lidarxistin ku tê çaverêkirin demek şûnde civîna rojnamevanî dest pê bike.

Wê Mesrur Barzanî îro danê êvarê jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne ku pişt hilbijartina wî ya bo serokwezîriyê yekem hevdîtinan wî ya ligel Erdogan e.