Serokwezîr Barzanî: Pêwîst e parlamento were aktîfkirin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand girîngiya karkirina parlamentoyê û ragihand pêwîst e parlamento were aktîfkirin.
RûpelNews - Nivîsgeha Serokatiya Hikûmetê diyar kir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Îrfan Sidîq kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di civînê de tevî nirxandina rewşa giştî ya Iraqê û guhertin û pêşveçûnên dawî yên li navçeyê, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina hîn zêdetir a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya kirin.
Her du alî li ser pêwîstiya piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo parastina aştî û aramiyê û rûbirûbûna astengî û zehmetiyan hevnêrîn bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê wek saziyeke giring a yasadananê kir, da ku dawî li xitimîna siyasî ya li Herêma Kurdistanê were anîn.
