Serokwezîr Barzanî: Em vê êrîşa xayinane û namerdane şermezar dikin

24 adar 2026 13:03

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: 'Em vê êrîşa dijmin a xayînane û namerdane a li ser hêzên Pêşmergeyên qehreman şermezar dikin.’

Serokwezîr Barzanî: Em vê êrîşa xayinane û namerdane şermezar dikin

RûpelNews - Serokwezîr Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê derbarê êrîşa li ser baregeheke Pêşmergeyan de daxuyaniyek da.

Barzanî da zanîn ku di êrîşa ku bi şev pêk hatiye de, şeş Pêşmerge şehîd ketine û 30 jî birîndar bûne.

Barzanî êrîş şermezar kir û sersaxiya xwe ji malbatên şehîdan re xwest û ji birîndaran re jî hêviya başbûneke zû kir.

Peyama Serokwezîr wiha ye: 

"Em êrîşa xayînane û nemerdane a dijmin a ku şeva borî li ser baregeha Pêşmergeyan hat kirin û bû sedema şehîdbûna şeş Pêşmergeyên leheng û birîndarbûna 30ên din, şermezar dikin. Ez sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan dikim û ji Xwedê ji bo birîndar zû baş bibin dua dikim."