Serokwezîr Barzanî bo êzîdiyan: Her tim piştgirê we me
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Çileyê Havînê peyamek belav kir.
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de Cejna Çileyê Havînê li kurdên êzîdî pîroz kir û piştgiriya xwe ya ji bo maf û daxwazên wan dubare kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:
"Bi minasebeta hatina Cejna Çileyê Havînê, ez pîrozbahiyeke germ li hemû xwişk û birayên êzîdî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim.
Ez hêvîdar im rojên cejnê bi xêr, xweşî û aramî derbas bikin."
Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser mafên êzîdiyan û wiha got:
"Ez hêviya paşerojeke baştir ji bo xwişk û birayên êzîdî dixwazim û wekî her tim ez piştgirê maf û daxwazên we me."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de nivîsî, "Cejna Çileyê Havînê pîroz be û hûn her di nav xweşiyê de bin."
