Serokwezîr Barzanî bo Bexda: Berpirsiyariya xwe bînin cih
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 38emîn salvegera komkûjiya Helebçeyê de peyamek belav kir û bang li hikûmeta Bexda kir ku, berpirsiyariya xwe ya li hemberî şehîdên Helebçeyê bîne cih.
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyameke ku ji bo bîranîna 38emîn a qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê belav kirî de bang li hikûmeta Bexda kir ku berpirsiyariyên xwe yên li hemberî qurbaniyan bi cih bîne.
Serokwezîr Barzanî peyama xwe ligel dîmenên ku yekser piştî êrîşa kîmyewî ya li ser Helebçeyê hatibûn kişandin, parve kir.
"Em şehîdên Helebçeyê bi bîr tînin"
Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî rêz li wan kesan ku di Komkûjiya Helebçeyê de şehîd bûne girt û wiha got:
"Di 38emîn salvegera Jenosîda Helebçeyê de, em şehîdên vê hovîtiya ku ji êrîşa kîmyewî ya li dijî gelê kurd derketiye, bi bîr tînin."
Êrîşa ku di 16ê Adara 1988an de pêk hat, wek yek ji êrîşên kîmyewî yên herî giran ku heta niha li dijî sivîlên kurd hatiye kirin, di bîranînê de maye.
"Destkeftiyên îro encama qurbaniyên mezin in"
Di peyama xwe de, Barzanî tekez kir ku destkeftiyên îro encama qurbaniyên mezin in: "Divê em her dem ji bîr nekin ku destkeftiyên îro berhema qurbaniyên pir mezin in, û divê em wan bi her awayî biparêzin."
Serokwezîr ji bo qereborkirina qurbaniyan bang li Bexda kir
Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî her wiha bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir û diyar kir ku divê ew berpirsiyariyên xwe yên li hemberî kesên ku di bin rejîma berê ya Iraqê de êş kişandine, bi cih bîne.
Serokwezîr di vê derbarê de wiha got: "Di vê bûyera xemgîn de, em careke din tînin bîra hikûmeta federal ku divê ew berpirsiyariyên xwe yên yasayî û destûrî bi cih bîne û tezmînatê bide malbatên şehîdên Helebçeyê, qurbaniyên êrişên Enfalê, û hemû qurbaniyên din ên rejîma berê ya Iraqê."
