Serokwezîr Barzanî bi balyozê Yekîtiya Ewropayê re civiya
03 tebax 2023 21:25
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Tebaxê, li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ville Varjola kir ku serdana xatirxwestinê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spaskirina alîkarî û piştevaniya Yekîtiya Ewropayê û Balyoz Varjola kir, bi taybetî ji bo hewl û karên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê di dema karê xwe de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê de jê re xwest.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê jî bal kişand ser alîkarî û hevahengiya berdewam û bihêz a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxane û şanderê şêwirmendê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîr Barzanî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê pêswazî kir
13 brf 2022
Jiyan
Li Sûdanê Balyozê Yekîtiya Ewropayê li mala xwe rastî êrîsê hat
18 nsn 2023
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin