Serokwezîr Barzanî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê pêswazî kir

13 berfanbar 2022 21:00
Serokwezîr Barzanî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê pêswazî kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Iraqê û şanda ligel wî civiya. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser hevkariya navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê guftûgo hatiye kirin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Iraqê Villa Variola civiya û qala bipêşxistina hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de kir.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Berpirsê nû yê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê yê Herêma Kurdistanê jî amade bûye û mijara sereke ya civînê, bipêşxistina hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê bûye.

Hat zanîn ku bi taybetî piştgirîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehemîn di warê pirrengiya aborî, piştevaniya sektora çandiniyê û dîtina bazarên derve û hinadekirina berhemên navxwe yên Kurdistanê ji bo bazarên Ewropayê jî ji mijarên ku hatine nirxandin bûne.

Di agahiyên hatin parvekirin de girîngiya çaksaziya pergala Bankaya Kurdistanê û derfetên hevkarîkirina Yekîtiya Ewropayê jî hatiye nirxandin. Her wiha hat zanîn ku çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, li ser binemaya destûrê hatine nirxandin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan dubare kiriye û destnîşan kiriye ku terxankirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federalî ya sala 2023yan de bi awayekî dadperwerane û li gorî hejmara xelkê Herêmê û li ser bingeha destûrê, dikare bibe destpêkeke baş a ji bo çareserkirina rîşeyî ya hemû pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal.