Serokwezîr Barzanî bi balyozê Erebistana Siûdî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê bi Balyozê Erebistana Siûdiyê li Iraqê Ebdilezîz El Şemerî re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Siûdiyê li Iraqê Ebdilezîz El Şemerî kir û di civînê de rewşa Iraqê û herêmê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê hat gotûbêjkirin.
Konsolê Erebistana Siûdiyê Ebdilezîz El Şemerî tekezî li ser bihêzkirina pêwendîyên ligel Herêma Kurdistanê kir, bi taybet berdewambûna karkirina veberhênerên Siûdiyê li Herêma Kurdistanê. Şemerî got, Erebistana Siûdiye rola Herêma Kurdistanê di warê aramî û seqamgîrî li herêmê gelekî girîng dizane.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî amadebûna xwe ji bo geştirkirin û baştirkirina pêwendiyan di hemû waran de ligel Erebistana Siûdiyê aniye ziman.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin