Serokwezîr Barzanî bi veberhênerên Erebistana Siûdî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Siûdî ya bi seroktiya Berdevkê Wezareta Verberhênanê yê Erebistanê Se'd El Şehranî kir.
Hate ragihandin ku di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî di warê pêşvebirina veberhênana wî welatî de li Iraq û Herêma Kurdistanê, gotûbêj hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser pêwendiyên dostane û dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî û kurteyek li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem di warê cûrbicûrkirina aborî û hêsankarîkirina ji bo veberhênerên navxwe û derve pêşkeş kir.
Berdevkê Wezareta Veberhênanê ya Erebistana Siûdî xwesteka bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di warên cûrbicûr de anî zamin, bi taybetî di warên geştûguzarî, çandinî û veberhênanê de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin