Serokkomarê Romanyayê Klaus Lohannis îstîfa kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Romanyayê Klaus Lohannis ji ber zora muxalefeta rastgir ya tund û ji ber îhtîmala ku di parlementoyê de, di dengdanê wî ji ser kar daxînin, îstîfa kir.
Lohannis got ku piştî biryara dadgeha destûrê heye ku encama hilbijartinan betal kiriye, hewla xistina wî ya di parlementoyê de bê vate ye.
Klaus Lohannis di sala 2014an de bû serokkomarê Romanyayê û niha ragihand ku wê di 12ê Sibatê de dev ji karê xwe berde. Ji ber destûra Romanyayê dest nade ku Lohannis car din bibe serokkomar, bi sedema dadgeha destûrê, di 23.11.2024an de hilbijartinan betal kiribû, heya serokkomarekî dinê bê hilbijartin, wexta wezîfa wî dirêj kiribû. Lohannis li ser mijarê got:
“Ev hewlekî bê vate ye. Di her şert û mercê de, piştî hilbijaretina serokkomar, ji xwe ez ê ji ser wezîfa derketima. Min ti carê destûrê îhlal nekir. Ew, hew zerare û wê herkes wenda bike, kes qezenc nake. Wê ev rewş di seha navdewletî de bondora neyînî li welatê me bike. Madem pêvajoya hilbijartina serokkomar destpêkiriye, sitendina serokkomar ya ji ser kar, wê ji aliyê ti welatekî hevkar de nê fêmkirin. Romanya endamê NATO ye û ev rewş wê bike ku herkes bi me bikene.”
Wê hilbijartina serokkomar di 4ê Gulanê de destpêbike û eger encam nestînin, wê cara duyê di 18ê Gulanê de hilbijartinê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin