264 parlamenterên berê ji CHPê îstîfa kirin

27 tîrmeh 2026 12:37

264 parlamenterên berê yên CHPê ragihandin ku wan ji CHPê îstifa kirine û dê piştgiriyê bidin Partiya NÛ ya bi serokatiya Ozgur Ozel hat avakirin.

264 parlamenterên berê ji CHPê îstîfa kirin

RûpelNews - 264 parlamenterên berê yên CHPê bi daxuyaniyeke hevpar îstifayên xwe ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wek parlamenterên berê yên ku bi dil û can pabendî dîroka demdirêj a CHPê, prensîb û reformên Ataturk, û nirxên bingehîn ên komara me ya laîk û demokratîk in, me nikarîbû li hemberî neheqiyên ku partiya me di demên dawî de kişandine bêdeng bimînin. Bi xemgîniyeke mezin e ku me îro biryar da ku em bi awayekî demkî ji CHPê vekişin, heta ku em bikaribin statuya yasayî ya partiyê ji nû ve vegerînin."

Parlamenterên ku îstifa kirine diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin pêvajoya damezrandina Partiya NÛ ya ku ji aliyê Ozgur Ozel ve tê birêvebirin.