Serokerkanên Amerîka û Ûkraynayê li Polonyayê civiyan
18 rêbendan 2023 05:09
PeyamaKurd – Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley û serokerkanê Ûkraynayê Valeriy Zalujnıy li Polonyayê lihev civiyan. Piştî êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê cara yekeme ku her dû serokerkan dicivin. Zalujnıy di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew bi Milley re li Polonyayê civiyaye.
Serokerkanê Ûkraynayê di hevdîtinê de sipasiya Amerîkayê kiriye ku desteka daîmî dide Ûkraynayê. Ji Milley re gotiye; eger hinek alavên şer an bergiriyê bên amadekirin, wê serketina Ûkraynayê leztir bike û lîsta pêdiviyan daye Milley. Nehat ragihandin bê civîn li kîjan bajarê Polonyayê çêbûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîka ji bo fuzeyên Tomahawkê bide Ûkraynayê biryarê da
31 cot 2025
Jiyan
Kremlîn: Rûsya û Amerîka dixwazin qeyrana Ûkraynayê çareser bikin
24 adr 2025
Cîhan
Sanda Amerîkayê û ENKSê civiyan
05 rbn 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin