Serokê Yekîtiya Ewropayê bo Koronayê banga video konferansekê kir

22 cotmeh 2020 12:30
Serokê Yekîtiya Ewropayê bo Koronayê banga video konferansekê kir

PeyamaKurd – Bi peyameke li ser Twitterê, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel, bo vîrusa Koronayê banga vîdeo konferansekê kir.

Charles Michel da zanîn, wî ji rêberên yekîtiyê xwestiye di 29ê Cotmehê de bicivin.

Di peyama xwe de Michel diyar kir: ‘‘Divê em di têkoşîna li dijî vîrusa Korona de, hewildanên xwe yên komî xurtir bikin.’’

Hejmara pêketiyên vîrusa Korona yên rojane yên li Ewropa, ji nû ve rekorê dişkîne.