Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê li Diyarbekirê hevdîtinan pêk tîne

01 cotmeh 2021 20:52
Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê li Diyarbekirê hevdîtinan pêk tîne

PeyamaKurd - Şandeke bi seroktiya Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropa-Tirkiyê Nicolaus Meyer Landrut li Diyarbekirê hevdîtinan pêk tîne.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyeyê û Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê Nicolaus Meyer, li Parêzgariya Diyarbekir ji aliyê Cîgirê Parêzgarê Diyarbekirê Murat Yildiz hat pêşwazîkirin.

Meyer Landrut şanda YE ya ligel wî li Diyarbekirê serdana rêxistina HDPê jî kir û ji aliyê Hevserokê Rêxistina HDPê ya li Diyarbekirê Zeyat Ceylan û rêveberiya rêxistina bajar ve hat pêşwazîkirin. Hat zanîn ku di serdanê mijarên rojevê û doza girtina HDPê jî hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyan Serokê Delegeasyona Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê wê di çarçoveya hevdîtinên bi saziyên sivîl re de bi Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) re jî bicive.

Hêjayî gotinê ye, Nicolaus Meyer Landrut berê Balyozê Almanya yê li Fransayê bû û beriya wê jî serşewirmendê Serokwezîra Almanya Angela Merkel a pêwendiyên Ewropayê bû.