Serokên Yekîtiya Ewropayê li ser agirbestê li hev nekirin: Du nêrînên cuda derketin!
16 berfanbar 2023 04:30
PeyamaKurd – Serokê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di Lûtkeya Brukselê de, ji bo bangewaziya agirbestê li Xezzeyê li hev nekirin.
Di roja duyem a dawî ya Lûtkeya YE de, Serokê Konseya YEyê Charles Michel, civînek li dar xist û ragihand, yek ji mijara girîng a rojeva lûtkeyê şerê Îsraîl-Filîstînê bû.
Michel, da zanîn ku derbarê navberdana şer de, nêrînên cuda di nav welatên endam de hebûn û got, “Hinek rawestana mirovî, hinek jî agirbesta mirovî dixwazin.”
Herwiha Michel, diyar kir ku soza bo alîkariyên mirovî û çareseriya du dewletî ji aliyê hemû lîderan ve hatiye pejirandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokên Yekîtiya Ewropayê ji bo lûtkeya yekem a ‘parastinê’ dicivin
03 sbt 2025
Jiyan
Serokên Yekîtiya Ewropayê Danezana Granada qebûl kirin
07 cot 2023
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin