Serokê partiya nijadperest gef li Kurdan xwar: Dengê xwe nedin...

19 mijdar 2018 17:48
Serokê partiya nijadperest gef li Kurdan xwar: Dengê xwe nedin...

PeyamaKurd - Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) a Tirkiyê Mustafa Destici, bersiva pirsa ‘Pêwîst e gelê Kurd dengên xwe nede hinek partiyan’ da û got, “Ger deng bidin divê qeyûm li şûna wan bên tayînkirin”.

Destici biryara tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê parast û wiha axivî: “Ger dîsa bikevin hewla dengdana bo PKK û peyrewên wê, ya herî rast tayînkirina qeyûman e.”

Destici HDP wekî peyrewa PKKê da zanîn û got, “Heke piştgiriyê bidin HDPê bila qeyûm bên tayînkirin”.