Serokê partiya nijadperest a Tirk (MHP) rakirin nexwesxanê

23 îlon 2019 17:28
Serokê partiya nijadperest a Tirk (MHP) rakirin nexwesxanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji nişka ve bo nexweşxanê hatiye veguhestin û hatiye razandin.

Li gorî hinek zanyariyan xwîn girtiye ser mejiyê Bahçelî û nexweşîna dilî pê re hebûye.

Rêveberên MHPê li ber nexweşxaneya Zanîngeha Başkent a Enqerê ragihandin ku rewşa tenduristiye Bahçelî baş e û dikare bipeyive.

Herwiha rêveberên MHPê îdiayên sekta dil û xwîngirtina mejî red kirin û gotin, ji ber nexweşîna zikê xwe ew rakirine nexweşxanê û niha di bin çavderiya pizîşkî de ye.