Partiya Karkerên Tirkiyeyê ji bo pêşnûmaqanûnê dibêje 'erê'
Partiya Karkerên Tirkiyê ragihand ku ew ê li ser pêşniyara 'qanûna çarçoveyê' ya pêvajoya aştiyê dengê 'erê' bidin.
|
Türkçe
RûpelNews - Partiya Karkerên Tirkiyeyê, helwesta xwe ya li ser 'pêşnûmaya çarçoveyê' ya pêvajoya aştiyê ku tê payîn îro li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) were dengdan, ragihand. Di daxuyaniya xwe de, partiyê rexneyên xwe yên li ser pêvajo û pêşnûmayê rêz kirin û herwiha ragihand ku ew ê bi şert û mercan dengê 'erê' bide.
Daxuyaniyê tekez kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo jiyana Tirkiyeyê ya di nav wekhevî û aştiyê de pêdiviyeke jiyanî ye û diyar kir ku TÎP li ser wê yekê disekine ku divê çareserî ne li pişt deriyên girtî, lê belê li ber çavê gel û di nav Meclîsê de were amadekirin.
