Serokê Parlamentoya Tirkiyê: Min ji bo Xelata Astiyê ya Nobelê Erdogan bibe berbijêr serlêdan kir
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop da zanîn, wî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bibe berbijêr serlêdan kiriye û got: “Ji dewletên curbecur, wê serokên meclisê û parlamenter jî serlêdanê bikin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop li Parlamentoya Tirkiyê bi rojnamevanan re civiya, rojev nirxand û bersiva pirsan da û eşkere kir, bûyera herî girîng a sala 2022an şerê Rûsya û Ûkraynayê ye ku şer bi taybetî di mijarên wekî xorek û enerjiyê de bandoreke neyînî li herêmê û cîhanê dike û got: “Rola Tirkiyê ya navbeynkariya di navbera her du aliyan de ji aliyê her kesî ve bi erênî hat pêşwazîkirin.”
Şentop destnîşan kir: “Li welatên ku me serdana wan kir, gelek serok û parlementerên meclisê digotin, divê hem Tirkiye hem jî Serokomarê me ji ber tiştên ku di sala 2022an de kirine xelata aştiyê bistînin. Di vî warî de hewldaneke me heye. Me berê jî gotibû ku ne tenê ez, wê ji gelek welatên cuda parlamenter û serokên meclîsan jî serlêdanê bikin. Min serlêdan kiriye. Herwiha wê serlêdanên serokên meclîs û parlamenterên ji welatên cuda bên kirin. Hem ji welatên rojhilat û hem jî rojava hene. Dema ku ev mijar zelaltir bû em ê agahiyan bidin. Heta dawiya meha Çile (2023) dem heye.”
Herwiha Serokê Parlamentoya Tirkiyê da zanîn, şêwirmenda berê ya Almanyayê Angela Merkel ji ber tevkariya wê ya ji bo aştiyê ji aliyê UNESCOyê ve hat xelatkirin û got: “Hûn binêrin çi hatiye kirin, tiştek heye, lê heta ku şaredariya bajarê mezin yê me jî ji vê zêdetir kiriye. Mijara herî girîng a sala 2022an hewldanên rawestandina şerê Rûsya û Ukraynayê û kêmkirina bandora wê ye. Tenê welatek heye ku vî karî dike; ew Tirkiye û Serokê me ye. Ji bilî me kes vê nake. Ez di wê baweriyê de me ku dema nirxandineke bêalî were kirin, divê ev maf bo kesê ku heq kiriye were dayîn.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin