Serokê Parlamena Ewropa bersiva Erdogan da: Ev nîsana otorîterbûnê ye...
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê David Sassolî, derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a îlankirina 10 balyozan wekî ‘kesên nexwestî li Tirkiyê’ bertek nîşan da.
Erdogan 10 balyozên welatên ewropî û Amerîkayê jî di nav de, ji ber daxuyaniya wan a derbarê serbest berdana Osman Kavala de, wekî kesên nexwestî îlan kiribû û ferman dabû wezareta derve daku wan deport bike. Vê yekê karvedaneke mezin bi xwe re anî û welatên ewropî bertekên tund nîşan dan.
Serokê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê David Sassolî jî li ser ferman û daxuyaniya Erdogan bertek nîşan da û got, ev yek îşareta ku Tirkiye ber bi otorîterbûnê ve diçe ye û ew serî li hember vê nadeynin.
Sassolî herwiha di peyama xwe ya li ser Twitterê de careke din ji bo karsaz û aktivîstê sivîl Osman Kavala yê 4 sal in girtî ye azadî xwest.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin