Serokê CHPê bersiva gotinên Erdogan da: Bi ser me de pêwendiyê dikin!

16 hezîran 2024 11:39
Serokê CHPê bersiva gotinên Erdogan da: Bi ser me de pêwendiyê dikin!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyeyê (CHP) Ozgur Ozel, îro 16ê Hezîranê li bajarê Manîsa bersiva daxuyaniyên Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan da ku gotibû, ‘hevdîtina me ya serdana CHPê hezm nekirin’.

Ozel got, ‘Em van gotinan nagrin ser xwe. Ya ku ev karê serdanê daye destpêkirin em in. Herhal wan gotinan ji şirîkê xwe yê tifaqê re dibêje. Şirîkên tifaqa Cumhur bi ser me de pêwendiyê bi hev re dikin.”

Serokê opozîsyonê Ozel herwiha bal kişand ser zema mûçeyên xanenişînan û mûçeyê kêmîneyê (asgarî) û cardin bang li hikûmetê kir ku gel ew erk ji bo hûn wan biperçiqînin nedaye we.