Serokê Konseya Ewropa bersiva Erdogan da…

11 cotmeh 2019 19:21
Serokê Konseya Ewropa bersiva Erdogan da…

PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk bersiva gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li ser êrîşa Rojavayê Kurdistanê da.

Erdogan li ser daxuyaniyên nerazîbûnê yên welatên Ewropayê doh gotibû, “Ey YE, heke hûn ji operasyona me re bêjin ‘dagirkerî’ karê me hêsan e, emê deriyan vekin û 3,6 milyon koçberan bi ser we de bişînin.”

Donald Tusk, îro li ser Twitterê bersiva Erdogan da û ragihand ku gotinên Erdogan ne li cî bûn û wiha nivîsand:

"Divê Tirkiye fêm bike ku çalakiyên wê yên îhtimala felekateke din a însanî endîşeya me ya bingehîn e. Û em ti carî qebûl nakin ku penaberan wekî çek û şantaj li hemberî me bikar bînîn. Tehdîdên  doh yên Erdogan hemû jî ne di cî de bûn.”