Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî giha Qatarê
PeyamaKurd- Li welatê Qatarê îsal Konferansa ewlekariyê ya Munîhê çêdibe û bi sedema tevlîbûna konferansê, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêre îro gihan payîtexta Qatarê, Dohayê.
Civîna Munîhê ya ewlekariyê di 28-29 ê cotmehê de de bi desteka wezareta karên derve ya Qatarê û Yekîtiya Dewletên Ereb çêdibe. Di nava babetên civîna Munîhê de Buhira Hurmizê, Sûdan, Kêmkirina şerên li Sûriye û Yemenê, pirsgirêkên herêmê, endîşeyên sîberî û ewlekariya enerjiyê û hwd mijarên girîng hene. Serokê konferansê Wolfgang Ischinger, di mijara konferansê de weha got:
“Di demeka nêz de li Rojhilata Navîn û li Bakûrê Afrîkayê bûyer derketine asteka nû. Gelek krîz hene ku herêmê tehdîd dikin û bo Ewrûpayê jî zahmetiyan çêdikin. Civîna me ya herêmî weka platformekiye ku di nava leystikvanên herêmê de ye û pêngaveka mezine. Lê di heman demê de pirseka weha derdixe holê. Gelo dê rola Ewrûpa û leystikvanên din yên navdewletî çi be? Weka mînaka Sûriyê nîşan daye ku rûniştina li kenarekî êdî ne bijarteye.”
Li dora 60 heya 80 lîder û pispor tevlî civînê dibin û di nava wan de serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Emîrê Qatarê Hamad El Thanî, wezîrê karên derve yê Qatarê Muhammed bîn Abdulrahman El-Thanî, wezîrê karên derve yê Îranê Cevad Zarîf, Xwediyê xelata Nobelê Tawakkol Karman, Temsîlkarê Yemenê yê NH Martin Griffiths û ji Almanya û derên din yên dinyayê siyasetmedar û Akademîsyen tevlî civînê dibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin