Serokê HTSê: Hebûna leskerî ya Tirkiyê li Idlibê mesrû ye

17 sibat 2020 03:06
Serokê HTSê: Hebûna leskerî ya Tirkiyê li Idlibê mesrû ye

PeyamaKurd – Serokê rêxistina Hey’et Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku wekî rêxistineke terorîst hatiye pênasekirin Ebû Muhemed El-Colanî, got, Idlib ji bo wan û Tirkiyê gelekî girîng e û şerê li Idlibê berjewendiyeke aborî, ewlekarî û leşkerî dide Tirkiyê û komên wan.

El-Colanî di ragihandineke xwe de dibêje, hebûna Tirkiyê li Sûriyê ji bo piştgirî û desteka komên çekdar gelekî girîng e û diyar dike, ew dê vê hebûna Tirkiyê ji bo berjwendiyên xwe komên çekdar ên din bi kar bînin.

Çavkaniyeke leşkerî ya Rûsî jî doh ji medyayê re ragihandibû ku Tirkiye çekan radestî HTŞ û komên çekdar dike ku bi rejîma Sûrî re şer dikin.

Di rêkeftina Soçiyê de Rûsyayê wekî şert jinavbirina HTŞê û kişandina çekdarên wan û çekên giran danîbû, lê Tirkiyê ew soza xwe bicih neaniye.