Generalê Amerîkî: Wê hebûna leskerî ya Tirkiyê serê li Libyayê gurtir bike
PeyamaKurd - Generalê Amerîkayê Stephen Townsend da zanîn ku şandina hêzan ji aliyê Tirkiyê ve bo Libyayê, dibe gefeke mezin li ser şer û aloziya heyî ya li Libyayê.
Li gorî malpera El-Monitor, general Stephen Townsend dibêje: "Şerê bênavber li welat, civaka navdewletî “felc kir" û ti pêşketinên rastîn ên çareseriya siyasî pêk neanîn."
Stephen Townsend di daxuyaniya ji Kongreya Amerîkayê re daye zanîn, "Şandina hêzên Tirkiyê yên vê dawiyê bo Libyayê dibe sedema gefên mezin li ser rewşê. Herwiha gihîştina Rûsyayê ya baregehên petrol û leşkerî, encamên neyînî ji Amerîkayê û NATOyê derdixe holê.”
Stephen Townsend diyar kir ku têkiliya Moskowê bi artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter re xurt e û diyar kir: "Rûsya her tim hewl dide fînansên xwe li ser hesabê Afrîkîyan dabîn bike, piştevaniya mohra xwe ya leşkerî ya berfireh li ser asta cîhanê deyne."
Herwiha îro malpera El Erebiye.Netê di nûçeyeke xwe de radigihîne ku Tirkiye piştî rêkeftina leşkerî ya ligel hikûmeta Wîfaq a Libyayê, li nêzîkî Trablûsê baregeheke leşkerî ava dike.
Tirkiye xebata şandina çekdarên sûrî û hêzên li Lîbyayê berdewam dike ku avakirina balafirgeha Miêtîqa û baregehên leşkerî ji bo piştgiriya hikumeta El-Wîfaq dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin