Serokê Herêmê û Serokê Fransa li ser gurbûna șerî axivîn

03 adar 2026 18:30

Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransa Emmanuel Macron di telefonê de li ser pêşketinên herêmê axaftin. Herdu alî bal kişandin ser zêdebuna rîska pevçunan û giringiya parastina istîkrarê û xurtkirina hewildanên dîplomatîk.

Serokê Herêmê û Serokê Fransa li ser gurbûna șerî  axivîn
Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron

RûpelNews - Li gor daxuyaniya Serokatiya Herema Kurdistanê ya hat dayin, êvara îro (03.03.2026) Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re axaftinek telefonî drûst kir. 

Rîska pevçunan zêde dibe

Di pêwendiyê telefonî de, pêşketinên dawî yên herêmê bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Herdu serok anîn ziman ku pevçunên heyî dibe ku zêdetir bibin û ev rewş ji bo ewlehiya herêmî hessasiyete xwe heye. 

Barzanî û Macron diyar kirin ku parastina aştiyê û istîkrarê divê bibe armanca sereke. Herdu aliyan bang li aramiya giştî kirin da ku gerginî zêdetir nebe.

Bang li hewldanên dîplomatîk

Di telefonê de her weha hate gotin ku ji bo kêmkirina krîzê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane, divê hewildanên navneteweyî zêde bibin. Giringiya vekirî mayîna kanalan dîplomasî û diyalogê jî hate balkişandin.

Hat diyarkirin ku di giftûgoyê de mijarên din ên hevbeş jî hatin axaftin.