Serokê Herêmê di civîna Hevpeymaniya Dewletê de banga diyalogê kir

13 rêbendan 2025 13:37
Serokê Herêmê di civîna Hevpeymaniya Dewletê de banga diyalogê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê ya Iraqê bû û tekez kir ku divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.

Civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê ya Iraqê ya li Qesra hikûmetê ya li Bexdayê,bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û aliyên din ên siyasî pêk hat.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, di derbarê civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Îro êvara roja yekşemê 12.01.2025 Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê û li gel Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şîe El Sûdanî û Serokê Parlamena Iraqê Mehmûd El-Meşhedanî civiya. 

Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de balê kêşa ser mafên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê û rola serokwezîrê Iraqê Sûdanî bilind nirxand ku di heyama sala borî de ji bo lihevkirina di derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke erênî leyîztiye. Nêçîrvan Barzanî daxwazê ji aliyên nûnerên wan beşdarî civînê bûne kir ku hemû pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin û diyar kir ku her du alî biryar dane di demek nêzîk de hevdîtinekê pêk bînin.

Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîste hemû alî di hemû waran de piştgiriya pêkanîna bernameya hikûmetê bikin û piştgiriyê li reformên darayî û aborî yên hikûmetê bikin û hate gotin ku mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tenê pirsgirêkeke teknîkî ye û ti helwesteke siyasî ya ku bibe asteng tune ye. Hate diyarkirin ku divê ev pirsgirêk jî bi diyalog û lihevkirinê bê çareserkirin.

Hevpeymaniya Dewletê tekeziyê li ser wê yekê kir ku divê Iraq di warê rûbirûbûna qeyran û kêşeyên navçeyî û navneteweyî de bi awayekî ku berjewendiyên welat biparêze tevbigere û daxwaz hate kirin ku Iraq xwe ji nakokî û qeyranên wiha dûr bigire.

Di civînê de rewşa Sûriyeyê jî hate gotûbêjkirin û careke din hat ragihandin ku Iraq amade ye piştgiriya ji gelê Sûriyeyê re bidomîne.

Her wiha di civînê de rewşa Rojhilata Navîn, serdanên fermî yên Serokwezîrê Iraqê Sûdanî yên welatan û hin mijarên din hatin nirxandin.”