Serokê herêmê 1 mîlyar dînar bo ziyanlêbûyan sand Duhokê
PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema baran û lehiya ku li Duhok û Sêmêlê rabû û zerar û ziyaneka zêde giha xelkê, bo alîkariya wan 1 mîlyar dînar pere şand parêzgeha Duhokê.
Li gor ragihandina malpera serokatiya herêmê; serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê bi parêzgerê Duhokê bi Ferhad Etrûşî re axifiye, sersaxiyê bo malbatên qurbaniyan ragihandiye. Di encama lehiyê de li Sêmêlê û Zaxoyê qurbaniyên malbatan çêbûbûn.
Barzanî bo alîkariyeka lezgîn bigihê malbatên qurbanyan û kesên zerar û ziyanê ji lehiyê dîne, bi awayeka lezgîn 1 mîlyar dînar şand bo parêzgeriya Duhokê.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bo zerarlêbûyên Zaxo û Duhokê 2 mîlyar dînar pere bi erkdarkirina wezîrê karên navxweyî heyetê dişîne deverê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin