Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Hakan Fîdan kir

24 tebax 2023 15:00
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Hakan Fîdan kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 24ê Tebaxê piştî gihîştina wî ya Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan kir..

Tê çaverêkirin di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan hejmarek mijarên pêwendiyên dualî werin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê demek berê ragihand ku hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Hewlêrê dest pê kiriye û wê agahiyên li ser hevdîtinê piştre werin parvekirin.

Li gorî zanyariyan dê Hakan Fîdan bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî bicive.