Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Almanya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtinên fermî seredana Almanya dike. Barzanî wê di 26 ê Hezîranê de bigihê Almanya û bende ne ku bi serokwezîrê Almanya (Şansolye) bi Olaf Scholz re hevdîtin bike. Li gor ragihandina Rûdawê, cîgira berdevkê hukumeta Almanya Christiane Hoffmann, ji bo peyamnêrê Rûdawê Ala Şalî ragihandiye ku roja sêşemê wê bi wextê Almanya seet di 16.00an de serokwezîrê Almanya Olaf Scholz li Berlînê pêşwaziya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.
Hoffmann, got ku di hevdîtinê de behsa têkiliyên Almanya-Kurdistanê, pêşdeçûnên li herêmê û mijarên ku berjewendiyên her dû welatan eleqedar dikin, bikin. Berdevk ragihand ku piştî hevdîtinê wê her dû lîder ji bo çapemeniyê ragihandinan nekin.
Li ser pirsa ku wê mijara komkujiya Êzîdiyan bikeve rojevê an na de got ku wê nikaribe behsa hûrahiya hevdîtinê bike lê hukumeta Almanya demekî dirêje ji bo parastina mafê Êzîdiyan dixebite û wê xebat dewam bike.
Têkiliyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê gelek kevne û di dema êrîşên IŞİD ê de hukumeta Almanya ji bo şerê li dijî IŞİD ê û di mijara koçberan de yarmetiya leşkerî û mirovî da Herêma Kurdistanê. Almanya li hemberê IŞİD ê fuzeyên MİLAN da Pêşmerge û artêşa Almanya ji sala 2014an heya niha perwerda Pêşmergeyan dike û karê şêwirmendiyê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin