Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokwezîr Kazimî re civiya
10 nîsan 2021 22:27
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyetekî Kurdistanê re seredana Bexdayê kir. Barzanî li Bexdayê ewilî bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re civiya. Piştî civîna bi Kazimî re, wê bi serokkomar Berhem Salih, serokê parelementoya Bexdayê Muhammed Helbûsî û serokên partiyên din re hevdîtinan bike.
Di hevdîtinan de behsa seredana xwe ya Fransayê û hevdîtina xwe bi serokê Fransayê Emmanule Macron re bike û li ser bandorên seredanê bo Kurdistanê û Iraqê biaxifin.
Barzanî dibe ku bi Ammar Hekîm û serokê koalîsyona Fetîhê bi Hadî Amîrî re were cem hev.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Donald Trump pîroz kir
20 rbn 2025
Jiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî merasima Erdogan bû
04 hzr 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin