Serokê Hemasê: Pêsniyara agirbestê li me hate kirin
31 rêbendan 2024 00:14
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hemasê Îsmaîl Haniye ragihand ku piştî hevdîtinên li Parîsê, pêşniyara agirbestê li wan hatiye kirin.
Haniye di demeke ku artêşa Îsraîlê şerekî berfireh li Xezzeyê dijî Hemasê dimeşîne diyar kir ku ew dê pêşniyara agirbestê binirxînin.
Herwiha Haniye, wekî mercê agirbestê û berdana dîlên îsraîlî jî bidawîkirina operasyona Îsraîlê ya li ser Xezzeyê û vekişîna wê nîşan da.
Îsmaîl Haniye ragihand ku ew dê ji bo gotûbêjkirina ser pêşniyara agirbestê derbasê paytexta Misirê Qahîreyê bibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokê Hemasê ji bo agirbestê ji bo Misirê hate vexwendin
31 rbn 2024
Jiyan
Kurê serokê Hemasê li Xezzeyê hate kustin
11 sbt 2024
Cîhan
Hevserokê Saredariya Peyas a Diyarbekirê hate berdan
13 rbn 2025
Cîhan
CENTCOM: Serokê DAISê Ebu Yûsif li Dêrazorê hate kustin
20 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin