Kurê serokê Hemasê li Xezzeyê hate kustin

11 sibat 2024 13:49
Kurê serokê Hemasê li Xezzeyê hate kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku kurê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye di bombardimana Îsraîlê ya Xezzeyê de hate kuştin.

Li gorî nûçeya ku medyaya Îsraîlê belav kiriye û medya Filîstînê jî piştrast kiriye, kurê Heniye yê 22 salî bi navê Hazim Îsmaîl li Xezzeyê di bombardimana Îsraîlê de hatiye kuştin.

Medya Filîstînê daye xuyakirin ku Hazim Îsmaîl di dema bombardimana ser taxa Şêx Redwan a Xeta Xezzeyê de hatiye kuştin.

Beriya niha jî 14 xizmên Heniye di êrîşên Îsraîlê de hatibûn kuştin, bira, nevî û biraziyên wî di nav wan de hebûn.