Serokê CHPê serdana DEM Partiyê kir: ‘Pêdivî bi dîyaloga zêdetir heye’
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, îro 13ê Kanûnê roja Çarşemê serdana navenda giştî ya Partiya DEMê (DEM Partî) kir.
Piştî hevdîtina Ozel ya bi Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari re, li navenda giştî ya Partiya DEMê civîneke rojnamevanî hate sazkirin.
Ozgur Ozel di serdana pîrozkirina navê nû de got: “Em difikirin ku ev dîyalog û hevdîtin, dê gelekî ji pêşxistina demokrasiya Tirkiyeyê re bibe alîkar.”
Bakirhan di axaftina xwe de diyar kir: “Hevdîtineke gelekî berhemdar bû. Di serî de li ser krîza aborî, demokrasiyê, pirsa Kurd, qeyûm, jîngeh me gelek mijar gotûbêj kirin. Wekî em her car dibêjin, partiyên siyasî pirsgirêkan bi rêya dîyalogê dikarin çareser bikin. Di vê pêvajoya em rûbirûyî gelek pirsan bûne rde, pêdivî pê heye ku partiyên opozîsyonê zêdetir dîyalog û mizakereyê bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin