Serokê CHPê Ozgur Ozel serdana DEM Partiyê kir

06 nîsan 2026 12:48

Serokê CHPê Ozgur Ozel li navenda DEM Partiyê bi Hevserokên partiyê, Tulay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan re hevdîtinek pêk anî. Hûrgiliyên hevdîtinê hêj nehatine eşkerekirin.

Serokê CHPê Ozgur Ozel serdana DEM Partiyê kir

RûpelNews - Serokê Giştî yê Partiya Gelan a Komarî (CHP) Ozgur Ozel serdana navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) kir.

Di dema serdanê de, Ozel bi Hevserokên Partiya DEMê Tulay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir. Serokê Giştî yê CHPê bi Sekretera Giştî ya CHPê Selîn Sayek Boke û Cîgirên Serokên Giştî Gokçe Gokçen û Sezgîn Tanrikulu re bû.

Hat ragihandin ku hûrgiliyên derbarê naveroka hevdîtinê de dê saetên pêş de werin ragihandin.