Hevserokên Gistî yên DEMê serdana Serokê Gistî yê CHPê Ozel kirin

10 adar 2025 15:01
Hevserokên Gistî yên DEMê serdana Serokê Gistî yê CHPê Ozel kirin

PeyamaKurd – Şanda Partiya DEMê îro dest bi serdanên xwe yên siyasî yên ligel CHPê dike. Hevserokên Giştî yên DEMê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari îro wê bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtinê pêk bînin.

Di hevdîtinê de banga Abdullah Ocalan a ji bo PKKê çekan berde û gavên di vê çarçoveyê de bên avêtin wê bên nirxandin.

Ozel beriya hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku ew li dijî her bazariyeke siyasî ya derbarê pêvajoya çareseriyê de ne.

Ozel got, “Pêwîst e ev pirsgirêk bi giştî bê çareserkirin. Ger ku li qada meclîsê tiştek biqewime, teqez divê malbatên şehîdan û saziyan jî di vê pêvajoyê de cih bigirin. Însiyatîfek bêyî destûra wan wê ne rast be. Ger li ser qada Meclîsê lihevkirineke civakî pêk were em ê piştgiriyê bidin. Lê belê em li dijî beşdarbûna di danûstandinên dan û standinê de ne, bi taybetî di mijarên wekî guhertinên destûrî de."

Şanda DEM Partî wê roja duşemê 17ê Adarê jî serdana hevkarên Tifaqa Gel MHP û AK Partiyê bike.

Hevdîtina bi MHPê re wê saet 11.00an dest pê bike. Di saet 14.00an de jî wê bi AK Partiyê re hevdîtin pêk were. Hat destnîşankirin ku her du hevdîtin jî wê li Meclîsê bên kirin.