Dayikên Aşitiyê bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re civiyan

08 gulan 2026 13:51

Şandeya Dayikên Aşitiyê ya ku serdanên xwe yên partiyên siyasî didomîne, li Navenda Giştî ya CHPê bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re civiyan. 

Dayikên Aşitiyê bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re civiyan

RûpelNews - Di hevdîtinê de ji şandeya Dayikên Aşitiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun cih girtin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya jî bi şandeyê re bûn.

Di şandeya CHPê de ligel Serokê Giştî Ozgur Ozel, Alîkara Serokê Giştî ya Berpirsiyarê Polîtîkayên Hiqûqê Gokçe Gokçen û Endama Desteya Koordînasyonê ya Ofîsa Namzediya Serokkomariyê Emîne Uçak amade bûn.

Di hevdîtinê de mijara “Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk” hate nirxandin.
Şandeya Dayikên Aşitiyê dê îro serdaa AK Partiyê jî bikin.