Serokê CHPê Ozgur Ozel piştgirî da Amedsporê
Serokê CHPê Ozgur Ozel piştgirî da Amedsporê û got: "Amedspor tevî neheqiyên mezin di lîgê de di rêza duduyan de ye û têkoşîna wê gelek hêja ye."
RûpelNews - Serokê CHPê Ozgur Ozel li Enqereyê beşdarî merasîma Xelatdayîna Rojnamevanên Nûjen bû û piştî merasîmê der barê Amedsporê de daxuyanî dan.
Ozel qala girîngiya têkoşîna Amedsporê kir û got: “Amedspor tevî gelek neheqiyên mezin di rêza duyem de ye. Têkoşîna Amedsporê gelek bi qîmet e. Ji vir şûn da xeletiyên dadwer an hakeman nabe tesadûf bila kes siyaset û sporê tev li nav hev nexe.” Herkes hişê xwe bine serê xwe.”
Amedspor di lîga yekem de bi 70 puanan di rêza duduyan de cîh digire. Ji bo bidawîbûna lîgê 5 maç mane. Eger Amedspor ji van 5 maçan herî kêm 10 puan kom bike dê derbasî lîga Super bibe.
