Serokê BCFê: Me ji Tirkiyê destûra fermî xwest
PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Alîkariya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed ragihand, wan daxwaza destûreke fermî ji Dezgeha Alîkariya Barzanî kirine ku li Tirkiyê bimîne û wek rêxistinên din ên navdewletî kar bike.
Piştî erdheja navenda Mereşê, bi talîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe û BCF ji bo gihandina alîkariyan ji bo navçeyên ziyanpêketî ketin tevgerê.
BCF ku 2 hefte li herêmên erdhejê ma û alîkariyên xwe gihandin, ji bo dewamkirina alîkariyê ji Tirkiyeyê destûra fermî xwest.
Serokê BCF Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: “Weqfa Alîkariya Barzanî ji bo her rewşa awarte her tim amade ye. Gelek caran em rastî rewşa awarte tên û pêwîste em alîkariyên lezgîn bînin van deran.”
“Em tîm yekem bûn ku di asta navneteweyî de gihiştin Tirkiyê. Me li Islahiye, Diyarbekir, Mereş, Semsûr, Riha û Dîlokê dest bi çalakiya xwe kir.” Ehmed da zanîn, ji bilî dildaran 102 xebatkarên alîkariyê li qadan bûn, zêdetirî 100 alavên înşaatê şandin û tîmeke tenduristiyê ya ji 126 kesan pêk tê.
Ehmed destnîşan kir, wan ji roja ku hatine herêmê dest bi belavkirina xwarinên germ kirine û got, “Em spasiya Tirkiye û AFADê dikin ku çûne Efrînê, lê girîng e em li herêmê bimînin. Ji bo Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li wir bimîne û weke her saziyeke navdewletî xizmetê bike, me ji Tirkiyê destûra fermî xwest. Me ji bo Efrînê jî heman daxwaz kir."
Ehmed amarên alîkariyên xwe parve kir û diyar kir, wan 27 komir, zêdetirî 80 hezar xwarin, zêdetirî 42 hezar betanî û zêdetirî 42 hezar paketên avê belav kirine.
Serokê BCF'ê diyar kir, wan nêzî 20 hezar sindoq erzaq belav kirine û eşkere kir, wan bi hezaran kon, pere û şîr belav kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin