Serokê Amerîka Biden îro bi Putin re divice

16 hezîran 2021 13:57
Serokê Amerîka Biden îro bi Putin re divice

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Joe Biden îro bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re li Cenêvê dicive.

Pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê lawaz in û di warê diplomatîk de li ser astê balyoz hatiye qutkirin, ligel wê jî hejmarek ji berpirsên pilebilind ên Rûsya di lîsta cezaya Amerîka de ne, ev jî ji ber çend sedeman e, wek dagîrkirina nîvgirava Qarm li Ukrayna û destwerdana Rûsiya di hilbijartinên Amerîka de.

Herwiha heta niha du leşkerên Amerîkî di zindanên Rûsyayê de ne ku yek ji wan bi tohmeta sîxuriyê 16 sal lê hatiye birîn, lê ji dema Biden bûye Serokê Amerîka, aloziyên di navbera her du welatan de zêde bûne û Biden di daxuyaniyên xwe de êrîşî Putin kiribû û ew weke "kujer" bi nav kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsya û Amerîka li ser pênc xalan nakok in, Amerîka Rûsya bi destêwerdana di hilbijartinên Serokatiya Amerîka de û êrîşa elektronî li dijî ajansên hikûmî û kompanyayên taybet tomarbar dike.

Amerîka bi berdewamî Rûsya bi binpêkirina mafên mirovan tohmetbar dike, jehrkirina dijberê Rûsî “Alexei Navalni” jî yek ji wan tohmetan e.

Amerîka daxwaza danîna sînorekî ji biçekkirin û aloziyên berdewam re dike, bi taybetî di krîza li Sûrî, Lîbya û Ukraynayê de û aloziyên dîplomatîk ji dema Biden bûye serok ve gelek zêde bûne.

Herwiha Amerîka û Rûsya daxwaza diyarkirina çarenivîsa girtiyên xwe dikin. Her çend e Rûsya tekezî li ser wê yekê dike ku pevguhartina girtiyên her du aliyan, serbestberdana sîxurê Amerîkî li xwe negire.

Hevdîtina dawî ya Putin û Biden, di sala 2011an de bû, Biden wê demê Cîgirê Serokê Amerîkayê bû û Putin jî Serokwezîrê Rûsyayê bû.