Mezlûm Ebdî ji bo Rojavayê Kurdistanê daxwaz Serokê Amerîka Joe Biden kir
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di hevpeyvîneke ligel rojnameya Şerqul Ewset de, daxwaz ji rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden kir, şaşiyên Donald Trump rast bike û rê li ber dagîrkirina Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve bigire.
Fermandarê Giştî yê HSDê di ji Serokê Amerîkayê Joe Biden xwest ku rola Amerîkayê li Rojhilata Navîn çalak bike û dawî li “karesata Sûriyê” werîne.
'Piştî dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî DAIŞê serî hilda'
Mezlûm Ebdî got, “Dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê ve rê da ku careke din DAIŞ serî hilde” û daxwaz ji Rêveberiya Biden kir, stratejiyeke nû ji bo çalakirina rola Amerîkayê û bi dawîanîna karesata Sûriyê deyne.
Ebdî di beşeke hevpeyvînê de hêvî dike ku rêveberiya nû ya Amerîkayê şaşiyên Rêveberiya Donald Trump sererast bike û rê nede Tirkiyê car din herêmên Rojavayê Kurdistanê dagir bike.
'Em ne bi ser PKKê ve ne'
Mezlûm Ebdî li ser pirsekê red kiriye ku ew ser bi PKKê ve ne û gotiye, HSD saziyeke serbixwe ye û stratejiyeke wê ya zelal ji bo pêşeroja Sûriyê heye û li gor wê stratejiyê kar dike: “Em ji aliyê rêxistinî ve, ne ser bi PKKê ve û biryarên HSDê serbixwe ne û stratejiyeke me ya zelal li Sûriyê heye û li gor wê kar dikin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demoratîk bal kişandiye ser ku ew dijayetiya beşdarîkirina HSDê di nav dezgeh û saziyên hevbeş ên Sûriyê de nakin, lê divê sînorên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk bên parastin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin