VIDEO | Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ser bisiklêtê ket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden di dema betlaneya xwe de, li ber mala xwe ya li eyaleta Delaware, ji bisiklêtê ket xwar.
Li gorî vîdyoya ku Koşka Spî belav kiriye, Serokê Amerîkayê Joe Biden yê 79 salî ji ser bisikletê ketiye xwar û piştre bi alîkariya zêrevanên xwe ji erdê rabûye û gotiye, "Ez baş im."
ik people will probably make fun of biden for falling off a bike, but i think he looks kinna hot for being 100. pic.twitter.com/6Z4CaFYzxr
— hasanabi (@hasanthehun) June 18, 2022
Hatiye diyarkirin ku Joe Biden bi xanima yekem a Amerîkayê Jill Biden re li parkeke nêzîkî mala xwe ku dikeve peravên Rehoboth Beach a li eyaleta Delaware werzişa ajotina bisikletê kiriye û dema ketiye jî ji kesên derdora xwe re gotiye ku wî mêzêna xwe winda kiriye û hewl daye lingê xwe ji pedala bisikletê derxe.
Hatiye ragihandin ku ji bo Biden pêdiviya çavdêriya pizîşkî hewce nake û ew ê îro Yekşemê jî bi malbata xwe betlaneyê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin