Seroka UNAMIyê, li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê axivî
11 cotmeh 2023 18:00
PeyamaKurd- Seroka UNAMIyê Jeanine Hennis Plasschaert, li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir ku divê li herêmê demokrasî bi ser bikeve.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo rewşa Iraqê civiya û Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaertê di civînê de brîfîngek da.
Plasschaert di brîfînga xwe bal kişand ser girîngiya demokrasiyê û got:
“Em hêvî dikin ku hemû alî piştrast bin ku dema hilbijartinan careke din nebe qurbaniya nakokiyên siyasî yên navxweyî. Ji ber ku gelek tiştên di bin metirsiyê de hene divê pêvajoya demokratîk a herêmê bidome.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Encama hilbijartinên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya fermî hat ragihandin
17 mjd 2025
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin