Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazek kir

28 gulan 2024 21:32
Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazek kir

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku rojeke nû ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî îro 28ê Gulanê ragihand, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye ku rojeke nû ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.

Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Iraqê roja 22ê Gulanê dema Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo 6 mehan dirêj kiribû.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê 25ê Sibata borî bihatina kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3yê Çileya 2024ê  ragihandibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federalî ya li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlamenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştre roja 6/10/2024an wek roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser biryara Dadgeha Federalî ya betalkirina 11 kursiyên kotayê yên pêkhateyan û lidarxistina hilbijartinan di çend navçeyan de li şûna yek navçeyê, beşdarîkirina bi wî awayî ya hilbijartinan red kir. Piştî biryara nû ya Dadgeha Federalî ku 5 kursî bo pêkhateyan diyar kir, biryara PDKê tê çaverêkirin.