'Serokatiya Herêma Kurdistanê li benda pêngavên Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ye'
PeyamaKurd - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got, ji bo birêvebirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, divê Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bersiva daxwaziyên aliyên siyasî bi rêya Desteya Dadweriyê bide, da ku ew deste jî biryareke yekalîker bide.
Dilşad Şehab piştî li Konsulxaneya Giştî ya Îranê ya Hewlêrê tevlî şîna Serokomarê Îranê û hevalên wî bû, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Şehab li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, “Biryarek li Desteya Dadweriyê ji bo sererastkirina karên qanûnî û wan daxwaziyên ku aliyên siyasî pêşkêş kirine derketiye, ku ji bo birêvebirina proseya hilbijartinan pêdaçûnek di plana komisyonê de bê kirin”.
Dilşad Şehab diyar kirt, “Pêşbînî tê kirin ku Komisyona Hilbijartinan a Iraqê pêdaçûnê di kar û planên xwe de bike, em jî li Serokatiya Herêma Kurdistanê li benda pêngavên Komisyonê ne, ji ber ku Komisyon heta niha jî pabendî wê dem û dîroka jê re hatiye destnîşankirin e. Eger ew nikarbe li dû biryara Desteya Dadweriyê di wê dema jê re hatiye diyarkirin de proseyê bi rê ve bibe, divê Serokatiya Herêma Kurdistanê haydar bike”.
Li ser biryara dadgehê ya danîna pênc kursiyan ji bo pêkhatan jî Şehab got, “Em her ji binyatê de bi wê yekê re nebûn ku pêkhatên Kurdistanê bibin qurbaniyên hevrikiyên siyasî yan pirseke qanûnî, niha divê pêkhat bi xwe biryarê li ser mafên xwe bidin, lê em wekî rewşeke erênî dibînin ku bi kêmî ve ew tevlîbûna tevalî ya di hilbijartinan de Ii Herêma Kurdistanê bimîne baştir e”.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin