Li Herêma Kurdistanê bereketa baranê: Bendav tijî bûn
Bi saya baranên îsal, bendavên li Herêma Kurdistanê tijî bûn. Bi giştî zêdetirî 5 milyar metrekup av di bendavên herêmê de kom bûye.
RûpelNews - Rêveberê Giştî yê Bendavên li Herêma Kurdistanê Rahman Xanî, di daxuyaniyekê de got ku asta avê di bendavan de di rewşeke baş de ye.
Xanî derbarê pênc bendavên mezin û navîn ên ku hêj nehatiye ser rijandinê de agahiyên jêrîn parve kirin:
Bendava Dukanê: Zêdetirî 3 milyar metrekup av
Bendava Derbendixan: zêdetirî 2 milyar metrekup av
Bendava Duhokê: zêdetirî 30 milyon metrekup av
Bendavên Bestora û Gomespan: her yek zêdetirî 16 milyon metrekup av
Li gorî ragihandina Rûdawê, Xanî îdiayên ku digotin Bendava Derbendixanê ji ber xwe ve herikiye red kir, û diyar kir ku berdanîna avê ji bendavê ji ber sedemên teknîkî bû.
Hat ragihandin ku li Bendava Dukanê, ku bendava herî mezin a Herêma Kurdistanê ye, ji destpêka demsala baranê ve asta avê zêdetirî 18 metreyî bilind bûye.
