Serok Mesûd Barzanî û Şehê Urdunê li ser geşedanan axivîn

02 adar 2026 10:12

Serok Mesûd Barzanî li ser geşedanên herêmî bi Şahê Urdunê Ebdullah re bi rêya telefonê axivîn û pêşhatên li herêmê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî û Şehê Urdunê li ser geşedanan axivîn

RûpelNews - Derbarê hevdîtinê de, Nivîsîngeha Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li ser platforma medyaya civakî X hate weşandin, hat ragihandin ku ev axaftin duh êvarê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Mesûd Barzanî û Şahê Urdunê Ebdullahê IIan, li ser geşedanên dawî yên li herêmê, aloziyan û rewşa ewlehiyê ya aloz axivîn.

Giringî bi berdewamiya diyalog û aramiyê hat dayîn

Di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya parastina aramiya herêmî hat kirin. Hat ragihandin ku her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku pirsgirêk û kêşeyên heyî divê bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Her wiha hat tekezkirin ku Serok Barzanî ji bo misogerkirina aştî û aramiyê li herêmê, pêwendî û hewldanên xwe yên dîplomatîk didomîne.