Serok Mesûd Barzanî: Rejîma Baasê, birîndar bi zindî binax kirin

16 nîsan 2026 10:28

Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 39emîn salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnavetiyê peyameke sersaxiyê weşand û ragihand ku bîranîn û êşa van tawanên hov tu carî nayên feryad kirin.

Serok Mesûd Barzanî: Rejîma Baasê, birîndar bi zindî binax kirin

RûpelNews - Serok Barzanî diyar kir ku di 16ê Nîsana 1987an de, rejîma Baas tawaneke mezin li dijî gelê kurd kir û çekên kîmyewî li dijî sivîlan bikar anî. Wî destnîşan kir ku ev tawan destpêka pêvajoyeke reş a ji bo sîrandina (tune kirina) neteweya kurd bû.

Di peyamê de bal hat kişandin ser hovîtiya rejîmê ya piştî êrîşê û hat gotin: "Rejîm tenê bi kîmyabaranê nesekinî; bi dehan birîndarên wê karesatê piştî girtinê bi awayekî hovane zindî-bi-çal kirin."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de serê rêzê  li ber giyana şehîdan çemand û hevxemiya xwe bi malbatên wan re parve kir. Wî tekez kir: "Yad û êşa vê tawana li dijî mirovahiyê û hemû karesatên li ser gelê me, dê her dem di dilê me de zindî bimînin."