Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî temasa sanoya ‘Destanî Kurdistan’ kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Duhokê temaşa şanoya ‘Destanî Kurdistan’ kir. Barzanî piştî temaşekirina şanoyê li ser dikê axifî û got ku bav û bapîrên Kurdan ji bo azadî û serkeftina milletê têkoşiyane, di dozê de şehîd ketine û ji bo ayînde ev têkoşîn dewam bike, berpirsiyarî dikeve ser milên ciwanên Kurdistanê.
Barzanî ragihand ku şano; serkeftinên milletekî ku ji bo wan têkoşiyaye, şehîd daye û bi keda ku bi dest xistine, radigihîne. Di kûrahiya şanoyê de, peyamekî heye ku ew jî di temamê pêvajoya dîrokê de, têkoşîna ku ji bo azadiyê daye, heye. Nêçîrvan Barzanî weha dewam kir:
“Destkeftiyên milletê me bi hêsanî nehatiye bidestxistin. Ciwanên me nifşekiye ku wê têkoşînê dewr bistîne û bar dikeve ser milên wan. Ji bo tîma şanoyê sipasiya wan dikim ku salekî û 7 meh li serê xebitîne, performansa ku li ser dikê nîşan dan, di asteka bilind de ye.”
Barzanî di axaftina xwe de got ku rabirdûya dîroka Kurdan tije berxwedanin û ji bo ew tecrube bigihên ciwanan, alavekî gelek girînge. Her weha Barzanî balê kişand ser huner û berhemên şanoyê û got şano hêzekiye ku dengê Kurdistanê bigihîne dinyayê û divê ciwan li van cûre xebatan xwedî derkevin. Serokê Herêma Kurdistanê weha dewam kir:
“Eger ez behsa çîroka kûrahiya şanoyê bikim; îfade dike ku milletekî çawa têdikoşe, berxwedana milletekiye û millet ranaweste. Milletekî çawa di dîrokê de di berxwe dide, şehîd dide, keda xwe dide û digihê armanca xwe. Şanoya ku îro we danî ser dikî, peyama ku dide, ev e.
Peyam ev e; deskeftiyên me yên îro bi hêsanî bidest neketine. Helbet kêmasiyên me hene lê gelek kar hatin kirin. Dema em dagerin û li dîroka xwe binêrin, milletekî ji bo azadiyê û serkeftinê, hun ê bibin şahidê ku xwîna xwe daye. Bi hêvî me ku ciwanên me peyama ku şanoger dan, sitendine. Peyam çi bû? Ev emanet di dahatûyê de dê li ser milên we be. Yên berya we têkoşiyan, xwîn dan, şehîd ketin, mandî bûn lê ji bo azadiya me ya ku îro heye. Ev berpirsiyarî wê sibê li ser milên we be û berpirsiyariya we be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin