Serokê Herêmê bi Parêzgar û rêveberiya Duhokê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Parêzgar û şandeya rêveberiya Duhokê re civînekê pêk anî.
Hate ragihandin ku di civînê de rewşa giştî ya navend û navçeyên parêzgeha Duhokê, sektorên xizmeta giştî û kêşeyên ku li ber destên rêveberiya Duhokê ne hatine gotûbêjkirin û çawaniya çareserkirina wan kêşeyan hatiye nîqaşkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Parêzgar û berpirsên reveberiya Dihokê amaje bi bername û salnameyên kar û projeyên ku di qonaxa cîbicîkirinê de ne û planên xwe yên di warên cuda de ku divê bêne cîbicîkirin, kirine û nêrînên xwe yên di derbarê çawaniya pêşxistina xizmetan de pêşkêş kirine.
Mijareke din a ku di civînê de hatiye gotûbêjkirin jî amadekariyên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bû ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di vê mijarê de teqeziyê li ser wê yekê kiriye ku helmeta hilbijartinan bi awayekî aştiyane û şopandina rênmayên aliyên pêwendîdar birêve diçe.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya hevdîtinê de jî destxweşiyê li parêzgar û berpirsên yekîneya rêveberî ya parêzgehê kiriye ku wek peywir xizmetan pêşkêşî welatiyan û deverê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin